Li nêzî konsolosxaneya DYE'yê ya li Hewlêrê droneyên bombebarkirî hatin xistin

Hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê yên li Hewlêrê, 8 droneyên bombebarkirî li nêzî Konsolosxaneya DYE'yê bê bandor kirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Hewlêrê, êvara Çarşemê 8 droneyên bombebarkirî bi sîstema parastina hewayî bê bandor kirin.

Hêzên têkoşîna li dijî terorê ya Kurdistanê diyar kir ku drone bi dema herêmî saet di navbera 20:53 û 21:20'î de li ezmanê Hewlêrê hatin îmhakirin. Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye.

Konsolosxane ji destpêka şerê li Rojhilata Navîn û vir ve beriya niha jî bûbû hedefa roket û droneyan.

BEXDAYÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIR

Heta niha ti komê berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Balkêş e ku êriş di demeke welê de hate kirin ku Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Washingtonê bi Serokê DYE'yê Donald Trump re hevdîtin dikir.

Serokwezaretiya Iraqê bi daxuyaniyekê binpêkirina qada hewayî ya Hewlêrê şermezar kir û diyar kir ku ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst ên ji, bo astengkirina êrişên bi heman rengî ferman ji hêzên ewlekariyê re hatiye dayin.

Li Herêma Kurdistanê, baregeh û navendê leşkerî yên hêzên DYE'yê, piştî destpêkirina êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê timî dibin hedef. Komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li Iraqê têne sûcdarkirin ku heta niha zêdeyî 600 carî êriş birine ser navendên DYE'yê yên i vî welatî. Îran jî êrişan dibin ser kampên hêzên Kurd ên Rojhilatî.